Asayîşê bazirganekî narkotîkê girt

Hêzên Asayîşê bazirganekî narkotîkê li bajarê Hesekê girt.

Asayîşê bazirganekî narkotîkê girt
24 hezîran 2024   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek li ser maplera xwe ya fermî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Hêzên Têkoşîna li dijî Narkotîkê roja yekşemê (16 Hezîranê ) bazirganekî narkotîkê li bajarê Hesekê girt.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku miqdareke narkotîk a bi bazirgan re jî hate desteserkirin.

(bb)

ANHA