Têkildarî teqîna li Silêmaniyê daxuyanî hat dayîn

Asayîşa hikumeta Başûrê Kurdistanê der barê teqîna li bajarê Silêmaniyê de ragihand ku tu ziyanek canî çênebûye û lêkolîn hatiye destpêkirin.

Têkildarî teqîna li Silêmaniyê daxuyanî hat dayîn
19 nîsan, 2024   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Danê nîvro li taxa Serçinarê ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bombeyek ku berê di wesayîtekê de hatibû bicihkirin, teqiya. Hate ragihandin ku wesayîta bombe tê de teqiyayî, ya endamê berê yê rêveberiya YNK’ê Eta Serawî bû.

Derbarê teqînê de asayîşa hikumeta Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Saet 12:00’an li taxa Serçinar wesayîtek teqiyaye û ti ziyanek canî çênebûye. Niha hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê ne û lêkolîn hatiye destpêkirin."