Birîndarên êrişê: Em ê xaka xwe bernedin

Birîndarên êrişa duh a li Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze gel koçber bike û got "Dewleta Tirk dê nekare îradeya me bişikîne, em ê xwedî li axa xwe derkevin."

Birîndarên êrişê: Em ê xaka xwe bernedin
Birîndarên êrişê: Em ê xaka xwe bernedin
Birîndarên êrişê: Em ê xaka xwe bernedin
Birîndarên êrişê: Em ê xaka xwe bernedin
Birîndarên êrişê: Em ê xaka xwe bernedin
Birîndarên êrişê: Em ê xaka xwe bernedin
Birîndarên êrişê: Em ê xaka xwe bernedin
19 nîsan, 2024   15:27
KOBANÊ

Duh êvarê (18’ê Nîsana 2024), saet derdora 21.00’an, dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek li ser rêya gundê Eynbetê yê Kobanê erebeyek bombebaran kir. Di encamê Helîme Mihemed Osman û hevjînê wê Elî Mistefa Osman bi giranî birîndar bûn. Her du birîndar li nexweşxaneyê têne dermankirin.

Helîme û Elî Osman têkildarî êrişê axivîn.

Helîme Osman dayika 5 zarokan e. Helîmeyê diyar kir ku dema ji serdana xizmên xwe vedigeriyan, bûn hedefa êrişa dewleta Tirk a dagirker.

Helîmeyê anî ziman ku her çend dewleta Tirk êriş bike jî nikare îradeya gelê herêmê bişikîne û got: “Em ê her tim piştgiriyê bidin hêzên xwe yên parastinê YPG û YPJ’ê bikin. Em baş dizanin armanca dewleta Tirka tunekirina Kurdan e. Dewleta Tirk dixwaze me ji warên me bide koçberkirin. Lê her çendî êrişên wan dijwar bin jî em ê li ser xaka xwe bi awayekî birûmet bijîn. Dewleta Tirk herî zêde jî ji hêza jinan ditirse, lewma bi her awayî êrişî jinan dike.”

Helîme Osman di dawiya axaftina xwe de bang li saziyên mafên mirovan kir û wiha got: “Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojane rastî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker tên. Divê saziyên navnetewî yên mafên jin û mirovan li hemberî van êrişan bêdeng nemînin û nebin hevkarên hovîtiya dewleta Tirk.”

Elî Mistafa Osman jî bal kişand ser jiyana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Em li ser axa xwe jiyaneke hevbeş û aram didomîni, lê mixabin ku dewleta Tirk a dagirker her carê bi şêwazeke cuda vê aramiya me xira dike.”

Elî Osman di dawiyê de bi van gotinan nerazîbûna xwe anî ziman: “Em ê her tim şopdarên fikrên Rêber Apo bin. Em ê bi hemû hêza xwe xwedî li ax û rûmeta xwe derkevin. Dewleta Tirk bi van êrişên xwe yên xedar û hovane dê bi tu awayî nekare îradeya me bişikîne.”