Armîta Girawend piştî 28 rojan jiyana xwe ji dest da

Armîta Girawend  ya ku hinceta serê xwe negirtiye îşkence lê hatibû kirin û 28 rojan di komayê de ma, jiyana xwe ji dest da.

Armîta Girawend piştî 28 rojan jiyana xwe ji dest da
28 cotmeh, 2023   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Armîta Girawend (16) ku bi hinceta serê xwe negirtiye îşkence lê hat kirin û 28 rojan di komayê de ma, pêk hatibû. Hinek jêderkan diyar kirin ku Armitayê li nexweşxaneya Fecrê ya Tehrana Îranê jiyana xwe ji dest daye. 

1’ê Cotmehê Jina ciwan a bi navê Armîta Girawend (16) a xelkê bajarê Kirmanşah a Rojhilatê Kurdistanê, li paytexta Îranê Tehranê qebûl nekir ku hîcab bide serê xwe. Li ser vê yekê hêzên rejîmê êrişî Girawend kirin û di encamê de kete komayê.

Li gor çapemeniya Îranê ragihandiye, jina ciwan Armîta vê sibehê di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.