Parêzgarê Hesekê û gerînendeya Qamişloyê êrişa li ser xala artêşa Sûriyeyê şermezar kirin

Parêzgarê Hesekê û gerînendeya herêma Qamişloyê êrişa ku li ser xaleke Artêşa Sûriyeyê li gundewarê Qamişlo ku bû sedema şehîdbûna 2 leşkeran û birîndarbûna 2 yên din şermezar kirin. her wiha diyar kirin ku ewlehiya herêmê û ewlehiya şêniyên wê berpirsiyariyeke hevpar e û saziyên pêwendîdar dê ji bo eşkerekirina şert û mercên êrişê û hesabpirsîna berpirsiyaran bixebitin.

Parêzgarê Hesekê û gerînendeya Qamişloyê êrişa li ser xala artêşa Sûriyeyê şermezar kirin
12 tebax, 2026   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê, Nûredîn Ehmed, di posteke li ser platforma "X" de êrişa li ser xaeeke Artêşa Sûriyeyê li gundewarê Qamişlo şermezar kir.

Ehmed diyar kir ku ewlehî û aramiya Parêzgeha Hesekê û ewlehiya şêniyên wê xeta sor e û da zanîn saziyên pêwendîdar dê ji bo eşkerekirina şert û mercên vê êrişê û hesabpirsîna berpirsiyaran bixebitin.

Gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hessam, xemgîniya xwe ji ber êrişê anî ziman. Cîhan got, "Ewlekariya gelê me û ewlehiya herêmê berpirsiyariyeke hevpar e. Saziyên peywendîdar dê ji bo eşkerekirina şert û mercên bûyerê û hesabpirsîna ji berpirsiyaran bixebitin."

(k)

ANHA