Rêveberiya dêra Dêr Atye dûrxistina nûnerên xwe ji Meclisa Şaredariyê red kir

Rêveberiya dêra bajarokê Dêr Atye yê Şamê piştrast kir ku dûrxistina nûnerên wê ji Meclisa Şaredariyê ji aliyê rayedarên hikûmeta Şamê ve, nûnertiya îradeya şêniyan nake û got tevna civakî ya hevgirtî "xeta sor" e.

Rêveberiya dêra Dêr Atye dûrxistina nûnerên xwe ji Meclisa Şaredariyê red kir
27 tebax, 2025   17:48
NAVEND NÛÇEYAN

Rêveberiya dêra bajarokê Dêr Atye yê Şamê daxuyaniyek da û helwesta xwe ya li hember geşedanên dawîn ên nûnertiya şaredariya bajarokê, rave kir. Rêveberiyê diyar kir ku ew bi yekitiya nîştimanî û tevna civakî re ye ku şêniyên bajarokê komî hev dike. 

Hikumeta Şamê beriya çend rojan biryarek derxistibû û li gorî wê endamên ofîsa rêveber a meclisa şaredariya bajarokê Dêr Atye diyar kiribû. Di wê biryarê de xiristiyan ji meclisa şaredariyê hatin dûrxistin. Lê, berê xiristiyan cihê xwe di meclisê de digirt û tevli girtina biryaran dibûn ji ber ku ji bajarokê ne.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de ya ku li ser medya dijîtal parve kiriye, destnîşan kir ku biryara dawîn a dûrxistina nûnerên xiritiyan ji meclisa şaredariyê, nûnertiya vîna şêniyên bajarokê nake, ji wê zêdetir “di wijdanê bajarokê yê komî de, birîneke kûr e”. Rêveberiyê diyar kir ku bajarok, modela biratiya di navbera musliman û xiristiyanan de ye û dê her tim wisa bimîne.

Rêveberiya dêrê bang kir ku “bi giyanê edaletê û wekheviyê” ev pirsgirêk bê çareserkirin, şênî tev de tev li çêkirina biryara xwecih bibin. Rêveberiyê “ahbabçawiştiya partiyetî yan jî taîfî” red kir û got “tevna civakî ya hevgirtî xeta sor e”.

Di dawiya daxuyaniyê rêveberiyê got divê li biryarê were vegerandin, mafên şêniyên Dêr Atye werin misogerkirin, rêgeza hevbeşiyê û hemwelatîbûna rastîn were xurtkirin.

Rêveberiyê di dawiyê de diyar kir ku pêkhateyên Dêr Atye ji bo parastina yekitiya bajarokê xwe dê yek bin û hewldanên têkbirina wê hevgirtinê red dikin. Her wiha bang kir ku diyalog vebijarka yekane ya çareserkirina pirsgirêkan e.

(ac/şx)

ANHA