Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê gelek çek desteser kirin

Hêzên Îsraîlê li herêma Heder a gundewarê Quneytîrayê gelek nuqte bombebaran kirin, çek desteser kirin û hin gûmanbar girtin.

Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê gelek çek desteser kirin
3 tebax, 2025   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wê şevê din gelek nuqte li başûrê Sûriyeyê bombabaran kirin û li herêma Heder a gundewarê Quneytîrayê jî li nêzî xeta agirbestê ya Colanê operasyonên bejahî pêk anîne, gelek çek desteser kirin. 

Li gorî Reutersê, artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên Lîwaya 226ˊan a girêdayî Firqeya 210ˊan bi ser 4 nuqteyên li herêma Heder de girtin, mîqdareke mezin a çekan desteserkirin, gelek kesên bi tawana destên wan di qaçaxçîtiya çekan de heye, girtin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin ku yekîneyên Firqeya 210ˊan hîna operasyonên xwe li herêmê didomînin. Artêşê bi îdiaya ku ’’rê li pêş bicihbûna endamên li xaka Sûriyeyê bigirin’’ ev operasyon pêk anîne.

(fr)