Artêşa Îsraîlê li gundekî Quneytîrayê ciwanek destgîr kir

Hêzên Îsraîlê ku careke din ketin gundewarê Quneytîrayê ciwanek destgîr kir û erd kolandin.

Artêşa Îsraîlê li gundekî Quneytîrayê ciwanek destgîr kir
18 kanûn, 2025   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, yekîneyeke artêşa Îsraîlê ku ji 7 erebeyên leşkerî pêk dihat vê sibehê saet derdora 05.00’an ket gundê Hîranê yê başûrê Quneytîrayê. Çavkaniyan diyar kir ku yekîneyê girte ser malan û kesek bi navê Elî Miseb El Beşîr destgîr kir, piştre ji gund vekişiya.

Hate diyarkirin ku hêzeke din ku ji 2 tanak, 2 beldozer û erebeyek leşkerî pêk dihat çû Girê Diriyê û devereke leşkerî ya kavilkirî ya veşartî koland.

Çavkaniyan dane zanîn ku hêzên Îsraîlê ji bo tirsandina şêniyên herêma derdora gule li hewa teqandin û vê yekê tirsek di nava şêniyan de çêkir.

(b)