Hêzên hikumeta veguhêz êrişî Siwêdayê kir: 6 kes birîndar bûn

Li êrişên hêzên hikumeta veughêz a Sûriyeyê yên li Siwêdayê de 6 kes birîndar bûn.

Hêzên hikumeta veguhêz êrişî Siwêdayê kir: 6 kes birîndar bûn
18 kanûn, 2025   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî ya Siwêdayê der barê êrişên hêzên hikumeta veguhêz de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên hikumeta veguhêz bi dronan û hawanan li bajarokê Mecdel ê gundewarê rojavayê Siwêdayê xist, di encamê de 2 kes birîndar bûn û zerarên madî li milkên sivîlan bû.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êriş îro ji aliyê bajarokên Hazir û Mezreayê yên rojavayê bajar hatin kirin.

Fermandariyê diyar kir ku hêzên hikumetê bi desteka dronan hewl dan bikevin bajarokê û êriş pêk anîn. Di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Hate gotin "Hêzên me yên li her du eniyan ku bersiva hewldanê dan, qaîdeyeke avêtina hawanan îmha kir û endamên ku hewldan dan bikevin bajarokê paşde vegerandin û rewş xist bin kotrolê."

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî daxuyand her  binpêkirina agirbestê û hewldana ketina herêmê dê bi xurtî were bersivandin û dê welehiya sivîlan û axa Cebel werin parastin.

(b)