Artêşa Îsraîlê kuştina fermandarekî Hemasê ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarê Hemasê yê li devera Cenînê Wîsam Hazim hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê kuştina fermandarekî Hemasê ragihand
30 tebax, 2024   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê ku îro li ser X’ê weşandiye de ragihand ku di şerê li Cenînê de fermandarê Hemasê Wîsam Hazim hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Hazim berpirsê êrişan û teqîna mayînan li Şerîdeya Rojava ye.

(bb)