Artêşa Îsraîlê kete gundewarên rojavayê Derayê

Hêzên artêşa Îsraîlê bi wesayîtên leşkerî ketin herêma Yermûkê ya li rojavayê Derayê.

Artêşa Îsraîlê kete gundewarên rojavayê Derayê
3 mijdar, 2025   12:10
NAVENDA NÛÇEYA

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê, îro serê sibehê bi wesayîtên leşkerî ketin gundê Maaraba yê li herêma Yermûkê ya li rojavayê Derayê.

SOHR`ê diyar kir ku hêzeke Îsraîlê ket gund, paşê ber bi Golanê ve vekişiya, bêyî ku tu pevçûn an jî arîşe çêbin.

Hêzên Îsraîlê di meha Cotmehê de 40 caran derbasî nava axa Sûriyeyê bûne.

(k)