Artêşa Îsraîlê êriş' başûrê Lubnanê kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên wan ên şer li başûrê Lubnanê êrişî ser cihekî Hizbullahê kirine.

Artêşa Îsraîlê êriş' başûrê Lubnanê kir
27 hezîran, 2025   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê roja Înê ragihand ku balafirên wan ên şer li dijî cihekî Hizbullahê li Çiyayên Bofort li başûrê Lubnanê êrişên asmanî kirine. 

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê got ku êrişên asmanî dezgeheke bin erdê "bi tevahî wêran kiriye" ku beşek ji projeya binesaziya Hizbullahê bû. Artêşê her wiha diyar kir ku Hizbullhê hewl dida wî cihî ji nû ve ava bike.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku ew bi biryar e "xebatên ji bo jiholêrakirina her gefeke ewlehiyê li dijî Îsraîlê dewam bike".

Li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê alozî her diçe zêde dibe, çend meh in di navbera her du aliyan de topbaran berdewam e.

Hizbullahê der barê êrişa îro de, ti daxuyaniya fermî nedaye.

(k)