MSD'ê bi boneya salvegera damezrandinê civînek li dar xist

Rêxistina MSDˊê ya Helebê, bi boneya salvegera 10'emîn a damezrandina xwe civînek li dar xist. Di civînê de destkeftî û zehmetiyên ku 10 salan pê re rû bi rû maye hatin nîqaşkirin.

MSD'ê bi boneya salvegera damezrandinê civînek li dar xist
MSD'ê bi boneya salvegera damezrandinê civînek li dar xist
MSD'ê bi boneya salvegera damezrandinê civînek li dar xist
MSD'ê bi boneya salvegera damezrandinê civînek li dar xist
MSD'ê bi boneya salvegera damezrandinê civînek li dar xist
MSD'ê bi boneya salvegera damezrandinê civînek li dar xist
9 kanûn, 2025   18:25
HELEB

Bi boneya salvegera 10'emîn a damezrandina xwe,  Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) civînek li Helebê li dar xist. Di civînê de endamên saziyên sivîl û siyasî, nûnerên civaka sivîl û rûspiyên eşîran amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê rêveber ê MSD'ê ya Helebê Emîn Elîko bi xêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku MSDˊê di dîroka Sûriyeya nûjen de şopek hişt, nemaze piştî 14 salan ji destpêka tevgera Sûriyeyê ku bû sedema hilweşîna rejîma Baasê.

Elîko diyar ku kadroyên MSDˊê, bi armanca demokratîkkirina welat, bidawîkirina zehmetiyan xebatên li ser avakirina nasnameyeke Sûriyeyê ya berfireh kirin.

Li aliyekî din jî endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Mirî El Şiblî axivî û anî ziman ku vekirina Nivîsgeha MSDˊê li Helebê gaveke erênî ye û diyar kir ku ew gaveke veguhastina ji qonaxa temsîlkirina pêkhateyên xwecihî ber bi xebitîna temamkirina têkoşîna li dijî pêkanînên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê ye.

Endama Koordînasyona Kongra Star Fehîme Hemo jî salvegera damezrandina MSDˊê pîroz kir û destnîşan kir ku MSD'ê di serdema valahiyek siyasî de pêk hat, ku temsîla siyasî ya adilane ji bo jinan bi rêya pergala hevserokatiyê pêk bîne.

Fehîme Hemo da zanîn ku baweriya bi projeya MSD'ê hişt ku têgehên demokrasiya rastîn a li ser beşdarbûna di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de belav bibe.

Sekreterê Giştî yê Partiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed Erec diyar kir ku salvegera hilweşîna rejîma Baasê mîna vejîneke nû ye, di heman demê de xemgîniya xwe ji bo bûyerên li herêmên peravê, Siwêda û Himsê anî ziman.

Erec têkildarî berdewama metoda hikumetê ya li ser bingeha xîtaba mezhebperestî û sorkirina beşekê li dijî beşên din hişyarî da.

Erec anî ziman ku çareserî di entegrasyona QSDˊê de, li gel zêdebûna hewlên MSDˊê yên misogeriya temsîlkirina tevahî pêkhateyan di biryardanên siberojê de ye.

MSDˊê di 10'ê Kanûna 2015'an de hate damezrandin û wekî rêxistineke sîwanî ku tevahî rêxistinên siyasî, civakî û sivîl dihewîne.

(ac/fr)

ANHA