Li Karayîbê di êrişa DYA'yê de 3 kes hatin kuştin

Artêşa DYA’yê li Deryaya Karayîbê êriş bir ser keştiyekê ku hate îdiakirin a bazirganên narkotîkê ye. Hate ragihandin ku di encama êrişê de 3 kes hatine kuştin.

Li Karayîbê di êrişa DYA'yê de 3 kes hatin kuştin
20 nîsan, 2026   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di çarçoveya operasyonên li dijî narkotîkê de keştiyek bi gumana ku bazirganiya narkotîkê dike, hat hedefkirin. Li gorî daxuyaniyê, di encama êrişê de 3 kes hatin kuştin.

Fermandariya Amerîkayê ya Başûr jî daxuyaniyek li ser X'ê parve kir û diyar kir ku êriş li ser agahiyên îstîxbaratî hat kirin û kesên hatin kuştin jî wek 'narko-terorîst' hatin pênasekirin.

Li gorî AFP'ê, bi vê êrişê re, di operasyonên hewayî yên rêveberiya Donald Trump de ku ji meha Îlonê ve di bin navê "Têkoşîna li dijî qaçaxçitiya narkotîkê" de têne kirin, hejmara kesên hatin kuştin bû 180.

(bb)