Kongra Star piştgirî da berxwedana şaredariyên Bakur

Koordînasyona Kongra Star desteserkirina 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku berxwedana gel û têkoşîna civaka demokratîk dê van planên qirêjî berteref bike û îradeya gel careke din bi ser bikeve.

Kongra Star piştgirî da berxwedana şaredariyên Bakur
5 mijdar 2024   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star a Rojava têkildarî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên wek Êlih, Xelfetiyê û Mêrdînê ji aliyê îtîfaqa AKP-MHP’ê ya faşîst û qirker bi mantiqê talan û îşgalkirinê ve hatin xespkirin û îradeya mafê hilbijartinê ya civakê hate binpêkirin. Civaka me careke din bi qirkirineke siyasî re rû bi rû ma. Ji ber ev êrişeke li hemberî sîstema hevserokatiyê û li dijî îradeya hebûna jinê ye. Em wek Kongra Star ev pêkanîn û polîtîkaya qeyûman şermezar dikin û bi tu awayî qebûl nakin, bi Jin Jiyan Azadî ve em ê li her qadê berxwedan û têkoşînê bidomînin. Ji bo parastina sîstema hevserokatiya jin,  ji bo parastina ekolojiyê, îrade û hêza jinan her daîm bi şiyara Jin, Jiyan Azadî ve em ê li ber xwe bidin, tê bikoşin û bi ser bikevin. Em di her kêliya têkoşînê de bi we re ne.

Desthilata AKP-MHP’ê ya dijminê Kurd û jinê ye; vê carê jî şaredariyên gel dagirkirin û qeyûman tayînkirin, ev yek jî nehezimkirina li hemberî îrade û hêza jinê îfade dike. Dîsa, ji ber ku ji bi rêxistinbûyîn û pêşketina Kurdan ditirsin, hiqûq û zagonên xwe di heman rojê de hazir dikin û li hemberî destkeftiyên Kurdan dest pilan û projeyên dagirkirin, xespkirin û îşgalkirinê dikin. Em wek tevgera Kongra Star vê nêzikatî û hişmendiya serweriya zilamên desthilatdar û netewedewletê li dijî mirovatî û jiyanê dibînin û em di wê baweriyê de ne ku wê gelê me li rûmeta xwe, azadî û îradeya xwe xwedî derbikeve.  

Di roja me ya îro de; di nav şer, talan, tunekirin, dagirkirin û qetilkirinê de vê carê jî di bin navê tayînkirina qayûman de xespkirina sîstema hevserokên şaredariyên DEM Partiyê, bi destê îtîfaqa faşîzma AKP-MHP’ê tê pêkanîn, ji zalimê dehaq û ji faşîzma Hitler jî derbas kiriye. Ji bo wê jî bê navber li kuderê deskeftiyên Kurdan hebin dixwazin wan tune bikin, îradeya wan bişkînin an jî bi êrişên hewayî ve li Şoreşa Rojava dixwazin qetlîamên sivîlan pêk bînin. Ji ber, serokê şaredariya Esenyurtê ya Stenbolê Ehmed Ozer hem Kurd bû û hem jî bi hevkariya bajartiyê ve hilbijartinan de ser ket, îro di nava çar dîwaran de ye û îradeya civaka demokratîk û azadîxwazan nas nekirin, tune hesibandin. Divê li hemberî van êrişên dij mirovatî û der hiqûqî berxwedanî bê kirin û ji derveyê têkoşînkirinê tu helwest neyê qebûlkirin.

Dewleta Tirk û hikumeta serçeteyê Erdoganê faşîst û qirker ji bo dem û wextê desthilatdariya xwe dirêjtir bikin û ji bo xwe ji krîza aboriyê derxin, xapînokên peyvên siyasî ya bi navê “pêvajoya çareseriyê” avêtin rojevê û di bin re jî planên xwe yên qirkirina siyasî xespkirina îradeya şaredariyên gel amade kirin. Bi vî rengî xwestin emrê xwe dirêjtir bikin û aloziya ekonomiya li welatê Tirkiyê ji holê rabikin bi rêya hiqûqê  plana tayînkirina qeyûman xistin dewreyê da ku karibin fînansa xwe ya şer li ser şaredariyan ve temam bikin. Lê belê, berxwedaniya gel û têkoşîna civaka demokratîk wê van planên qirêj û polîtîkayên dagirkirinê bertaraf bike û îradeya gel carekedin serbikeve.

Divê teqez civak û gelên Tirk ji vê îqtîdara faşîst bê rizgarkirin. Avakirina pêvajoya aştî û demokrasî tenê bi rêya çareserkirina pirsgirêka Kurdan ve dikare pêk were. Pêvajoya çareseriyê bi têkoşînkirina hemû gelên demokratîk wê hêza xwe temamtir bike. Dixwazin bi rêya şerê taybet û propagandaya reşkirinê ve Rêbertî,  Tevgera Azadiyê û hêza gel ji hev qut bikin û nakokiyan bidin avakirin. Dîsa bi tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî ve di şexsî wî de dixwazin destkeftiyên şoreşa Rojava tune bikin, berxwedanî, têkoşîn û îradeya gelê Kurd û hêzên demokratîk ji holê rabikin.

Yek çare û çareserî ew e ku divê em hêza xwe ya demokratîk bikin yek, li ber xwe bidin, têkoşîn bikin. Pêwîst e bi hêza civakê vê desthilatdariyê hilweşînin û dawî li îqtîdara AKP-MHP’ê bînin. Li hemberî tecrîda girankirî, li hemberî vê dagirkeriyê, xespkirina îradeya şaredariyan û li hemberî sîstema qeyûman divê berxwedan bê xurttirkirin, çeperên îradeya civakê bên firehkirin, asta têkoşîna gelan bê bilindkirin û li hemberî êrişên îradeya jinan bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” bersivên dîrokî bê dayîn."

(bb)