ANHAˈyê xwe gihand Bendava Tişrînê

Ajansa me xwe gihand Bendava Tişrînê ku di nava çend rojên dawîn de şerekî giran di navbera şervanên QSD’ê û leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de lê qewimîbû.

ANHAˈyê xwe gihand Bendava Tişrînê
14 kanûn, 2024   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BILGÎN

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê duh bi daxuyaniyekê bîlançoya 3 rojan a êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê û berxwedana şervanan a li hemberî êrişan aşkerakiribû.

Li gorî bîlançoyê, li Bendava Tişrînê 142 çete, li Pira Qereqozaqê 68 çete jî tevî 13 serçeteyan bi giştî  li her du cihan 210 çete hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn. Li Bendava Tişrînê 28 û li Pira Qereqozaqê 11, bi giştî 39 erebeyên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin. Li Bendava Tişrînê 2 tank û li Pira Qereqozaqê 4, bi giştî 6 tankên dewleta Tirk a dagirker hatin rûxandin, 5 balafirên xwekuj hatin xistin. Li Bendava Tişrînê 20 motorsîklêtên çeteyan hatin rûxandin.

Ajansa me (ANHA) ku xwe gihand bendavê, şopên şer û pevçûnan û tevgera balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê belge kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên li ser Bendava Tişrînê de desteka hewayî û îstîxbaratî dida çeteyan. Di êrişan de zêdetirî 160 caran balafirên bêmirov ên biçek hatin bikaranîn, lê tevî vê yekê jî şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û şervanên YPJˈê bi berxwedaneke mezin hewldanên çeteyan ên dagirkirinê bendavê têk birin.

(bb)

ANHA