Amerîka pabendbûna xwe ya pêkanîna peymana QSD û hikumeta demkî nîşan da

Wezareta Derve ya Amerîkayê pabendbûna Washingtonê ya misogerkirina serkeftina peymana di navbera hikumeta demkî û QSDˊê de nîşan da û diyar kir ku ew amade ye bi hevkarên herêmî re hevrêziyê ji bo piştgiriya veguhastineke aştiyane û aktîv a bo yekitiya Sûriyeyê û aramiya wê bike.

Amerîka pabendbûna xwe ya pêkanîna peymana QSD û hikumeta demkî nîşan da
31 ÇILE, 2026   00:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hîna pabendî piştevaniya pêkanîna serkeftina peymana dîrokî ya di navbera hikumeta demkî û QSDˊê de ye.

Wezaretê di daxuyaniyekê de anî ziman ku Washington dê xebata xwe bi awayekî bawer bi tevahî aliyan re bike ku proseya entegrasyona hêsan be û di dema guncaw de pêk bê. Ev peyman yekitiya Sûriyeyê, serwerî û aramiya wê xurt dike û dikeve berjewendiya Sûriyeyiyan.

Li gorî Wezaretê, DYAˊyê bi hevrêziya bi hevkarên herêmî re amade ye ku veguhastin bi awayekî aştiyane û aktîv pêk bê û bibe xizmetekî demdirêj ji Sûriyê û tevahî herêmê.

Di dawiyê de wezaretê diyar kir ku ew dixwaze siberojek ronîtir ji bo Sûriyeyê û tevahî herêmê misoger bibe.

(fr)