Heyva Sor a Kurd têkildarî êrişa dewleta Tirk daxuyanî da

Heyva Sor  Kurd ragihand ku ekîpeke wê dema hewl dide xwe bighîne birîndarên êrişa dewleta Tirk a dagirker de, hat hedefkirin.

Heyva Sor a Kurd têkildarî êrişa dewleta Tirk daxuyanî da
1 hezîran, 2024   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker duh ber êvarî li kantona Cizîrê, ekîpa Heyva Sor a Kurd jî di nav de nuqteyên QSD,  mal û erebeyên welatiyên bi balafirên bê mirov ên bi çek kirin hedef. Di êrişê de 4 şervanên QSD’ê şehîd bûn û 11 sivîl birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Heyva Sor a Kurd derbarê êrişa li ser ekîpa wê de duh daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Balafirên dewleta Tirk a dagirker, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek dever bombebaran kirin. Ekîpên destwerdana lezgîn a Heyva Sor a Kurd ji bo rakirin û dermankrina birîndaran û qurbaniyên êrişê  destwerdan kirin. Dema ku ekîpên me yên tenduristiyê ekra xwe bi cih dianî û hewl da xwe bighîne birîndaran, balafira Tirk wê li herêma Amûdê  nêzî gundê Hatimiyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de erebeya ambulansê bi temamî ji xizmetê derket.

Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk erebeyên ambulansê yên di warê mirovî de dixebitin û nîşaneyên zelal ên xaç û Heyva Sor li ser in, dike hedef.

Wekî rêxistineke mirovî ku li bakurê Sûriyeyê dixebite, bêyî garantiya parastineke têrek ji bo ekîpên me, em nikarin erka xwe ya mirovî pêk bînin. Li ser vê yekê em bang li rêxistinên tevkar û yên navneteweyî dikin ku li hemberî êrişên dewleta Tirka  dagirker ku aşkera xebatkarên qada mirov û xizmetuzariyê li bakurê Sûriyeyê dike armanc, rabin."

(bb)

ANHA