Aloziyên Afganistan û Pakistan û bandorên otonomiya Fasê

Têkçûna danûstandinên di navbera Pakistan û Afganistanê de krîza kûr a baweriyê di navbera her du welatan de nîşan dide, çavdêr dibêjin ku şerekî nû di navbera wan de dê aramiya li Başûrê Asyayê têk bib. Li Fasê jî mijara otonomiyê kete rojevê.

Aloziyên Afganistan û Pakistan û bandorên otonomiya Fasê
30 cotmeh, 2025   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên vê sibehê li ser sedemên têkçûna danûstandinên Pakistan-Afganistanê û pêşniyara otonomiyê li Fasê sekinîn.

ASOYÊN AGIRBESTEK DI NAVBERA PAKISTAN Û AFGANISTANÊ DE

Rojnameya El Xelîc ragihand ku sedemên têkçûna danûstandinên dawî yên di navbera Pakistan û Afganistanê de, nebûna baweriyê ya domdar di navbera her du aliyan de ye,  her wiha nebûna lihevkirinê li ser rewşa li ser erdê, wekî hebûna şervanên tevgera Tehrîk Talîban-Pakistan di nav axa Afganistanê de, her wiha "destwerdana derve, bi taybet ya  Hindistanê."

Rojnameyê hişyarî da ku têkçûna hevdîtinan dikare bibe sedema rewşek aloz an jî pevçûnên demkî li ser sînor, û eger Talîbana Afganî daxwazên Îslamabadê yên ji bo bêbandorkirina tevgera Thrîk Talîban-Pakisan nepejirîne, dibe ku ev yek bibe sedema arîşeyeke çekdarî ya berfirehtir.

PÊŞNIYARA OTONOMIYA DI BIN SERWERIYA FASÊ DE: RASTIYEK NAVNETEWEYÎ YE

Rojnameya El Ereb behsa pêşniyara otonomiyê ya ku ji hêla Fasê ve wekî çareseriyek ji bo aloziya Sahraya Rojava hatiye pêşkêşkirin kir, û destnîşan kir ku hêza pêşniyara Fasê ji wê yekê tê ku  ji hêla Konseya Ewlekariyê ve weke pêşniyareke baş tê dîtin û dikare bibe çarçoveyek ji bo danûstandinan.

Rojnameyê diyar kir ku 3  bingehên pêşniyara Fasê hene ku Konseya Ewlekariyê di biryarên xwe de dubare dike:

Yekem: Konseya Ewekariyê ev pêşniyar weke cidî û pêbawer bi nav kir.

Ya duyem: Nîşan dide ku divê çareseriyek siyasî ya lihevkirî hebe li ser bingeha pêşniyara Fasê wekî bijarteyeke pratîkî û rastîn.

Ya sêyem: Ev pêşniyar wê bibe lêvegerk ku nayê derbaskirin di hemû danûstandinan û raporên Neteweyên Yekbûyî de.

(k)