Li Kerkûkê 10 DAIŞ’î hatin girtin

 Li Kerkûkê 10 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin, hate gotin ku çete tevlî gelek çalakiyên terorî bûne.

Li Kerkûkê 10 DAIŞ’î hatin girtin
19 sibat, 2024   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku duh bi şev li Kerkûkê 10 çeteyên DAIŞ’ê li gorî madeya 4 ya yasaya terorê hatine girtin.

Li gorî heman daxuyaniyê hate gotin ku her 10 çete piştî lêkolînên desptêkê, radestî dadweriyê hatine kirin.