Li beyarê Hemayê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin

Ji destpêka 2024ˊan ve di êrişên li beyarê Sûriyeyê de 365 kes hatine kuştin.

Li beyarê Hemayê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
4 gulan, 2024   20:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hemwextî derbasbûna erebeyeke leşkerî ya hêzên Şamê li ser rêya Eseriya-Xenasir a beyarê Hemayê mayîneke çeteyên DAIŞˊê teqiya, di encamê de leşkerek birîndar bûn û yek jî hat kuştin.

SOHRˊê diyar kir ku leşkerê vê sibehê di encama teqîna mayînê de birîndar bûye, mir.

Li gorî SOHRˊê, ji destpêka îsal ve di encama êrişan de 365 kes hatine kuştin.

(fr)