AKPˊê heman sûcên osmaniyan pêk tîne

Dewleta osmanî yek ji dewletên herî zêde komkujî li gelên herêmê wek Kurd, Ereb, Suryan û Ermen pêk anîne. Ruxmî ku gelek sal derbas bûne, lê belê bi destê osmaniyên nû û AKP`ê hîna berdewam e.

AKPˊê heman sûcên osmaniyan pêk tîne
6 gulan, 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Di sala 1516`an de Împeratoriya Osmanî Sûriye, Lubnan, Urdun û Filistîn dagir kirin, ziman û neteweya tirk li gelên van welatan ferz kirin. Sala 1914`an wezîrê deryavaniyê Cemal Başa bû fermandarê giştî yê hêzên Tirkiye û li welatên navborî baç, zimanê tirkî û leşkeriya neçarî ferz kir. 

Ji wê zêdetir împeratoriya Osmanî biryarên kongreya Parîs a sala 1913`an bi cih neanîn ku divê ereb jî tev li desthilatê bibin û di bin sîwana împeratoriya osmanî de xweser bin.  Berovajî wê siyasetên xwe yên şovenîst, tirkkirin û talankirinê domandin. Ji ber wê şoreşek bi pêşengiya rewşenbîran û siyasetmedarên dijberî desthilata osmanî dest pê kir.

Ji bo bidawîkirina şoreşê û bêdengkirina siyasetmedaran, Cemal Başa biryara darvekirina gelek rewşenbîran li Şam û Beyrûtê da. Desthilata Osmanî beşa yekemîn 21`ê Tebaxa 1915`an û beşa duyemîn 6`ê Gulana 1916`an li Qada Birc a Beyrûtê ku piştre bi navê Qada Şehîdan hate naskirin û Qada Mercê ya Şamê darve kirin.

Bi armanca tirsandina gelê herêmê û ji bo ku serî bitewîne, dewleta Tirk a dagirker jî li ser şopa osmaniyan fermandarên leşkerî, siyasî û sivîl dike hedef. Ew kesên tên hedefgirtin roleke mezin di pêkanîna îstiqerarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dilîzin.

ˊSÛCÊN LI SER ŞOPA PÊŞIYANˊ

Nivîskar û analîzvanê siyasî yê sûriyeyî Mihemed Îsa têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: " AKP û MHP`ê li Tirkiyeyê li ser şopa pêşiyên xwe yên osmanî hevalbendiyek ava kir. Ev hevalbendiya ixwanî ya şovenîst, dixwaze osmaniya berê vejîne."

Îsa wiha domand: "AKP`ê her tim di bername û xîtabê xwe yê siyasî de xwest bi vejandina dîroka osmanî namzetan ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Her wiha bi heman rêbaza pêşiyên xwe, rêxistinên îslama radîkal wek Nusra, DAIŞ û Sultan Murad bi kar anî. Ji bo ku tevna civakî ya Sûriyeyê ji hev bixe. Erdogan heman rêbaza Sultan Ebdulhemîd û sultanên din, sivîlan, nûnerên gelên herêmê, fermandar û şervanên hêzên leşkerî dike hedef. Da ku gelê herêm bitirsîne."

ˊBI RÊYA SÛCAN HEWL DIDE HEGEMONIYA XWE FERZ BIKEˊ

Niha jî mîna serdema osmaniyan dewleta Tirk ne tenê li Sûriyeyê lê belê li Iraq, Lîbya û Ermenistanê gelek sûc kirin. Tirkiye û çeteyên wê sûcên şer li dijî gelên van dewletan kirin çi bi rêya destwerdana yekser di şer de yan jî bikaranîna çeteyên sûriyeyî. Tevî wê jî gelek rejîm û desthilat dixwazin bi wê re li hev bikin.

Mînak li Sûriyeyê, ruxmî dijminatiya gelek salan, lê belê hikumeta Şamê di encama fişara Rûsyayê de û ji bo ku berjewenidyên xwe biparêze, dan û standinan bi Tirkiyeyê re dike. Da ku têkiliyên di navbera her du dewletan de baş bibin.

ˊDIVÊ REWŞENBÎR Û SIYASETMEDAR HAY JI XETEREYA TIRK HEBINˊ

Îsa desntîşan kir ku tu cudabûn di navbera armanc, stratejî û kiryarên Erdogan û osmaniyan de tune ye  û wiha domand: "Armanca her duyan jî, firehkirina hegemoniyê, dagirkeriyê û kontrolkirina gelên herêmê ye. Dixwazin bi rêya olê û xeyalên xîlafeta îslamê û propagandaya rizgarkirina pîroziyan, qada dagirkirinê firehtir bikin, siyaseta tirkkirinê û pişaftinê li dijî gelên wan herêman bimeşînin."

Her wiha Îsa nirxandina xwe wiha domand: "Hişmendiya li ser siyaseta Tirkiyeyê serdest e, rastiyekê aşkera dike ku ew zihniyeta dagirkirin, firehkirin û ixwanî ye. Li Sûriye, Lîbya, Sûdan û heta Somalê jî siyaseta wan diyar e. Divê kesek bi vê siyasetê neyê xapandin."

Di dawiyê de Îsa got: "Divê rewşenbîrên Sûriyeyê ji siyaseta firehkirinê ya ixwanî û tirkî, baldar bin. Divê piştgiriyê nedin wê. Ji xetereya Îsraîlê bêtir, xetereya Tirkiyeyê bixin serê lîsteya xetereyên li dijî gelê herêmê."

(şx)

ANHA