Ajansa  Enerjiya Atomê tîmên xwe ji Îranê vekişand

Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ya Neteweyên Yebûyî, ji ber sedemên "ewlehiyê" tîmên xwe ji Îranê vekişand, lewma têkiliyên di navbera ajansê û Tehranê de qut bûn.

Ajansa  Enerjiya Atomê tîmên xwe ji Îranê vekişand
4 tîrmeh, 2025   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ragihand ku tîmek wê ku di pêvajoya şerê dawî yê di navbera Îsraîl û Îranê de li Tehranê bûn "bi ewlehî derketin û vegeriyan" baregeha ajansê ya li Viyanayê.

Rêveberê Giştî yê anasnê Rafael Grossi diyar kir ku pêwîstiya lezgîn bi diyalogê bi Tehranê re heye, ji bo diyarkirina mekanîzmayên ji nû ve destpêkirina çalakiyên çavdêrî û lêkoînê yên ajansê li Îranê.

Nûçegihanê ronameya Wall Street`ê ragihand ku ajansê tîmên xwe ji ber sedemên ewlehiyê ji Îranê vekişand. Her wiha diyar kir kir ku endamên tîmê bi rêya bejahî ji Tehranê bo Ermenistanê hatine veguhastin.

Vekişîna tîma Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê tirsa ku bernameya nukleerî ya Îranê ji bin kontrolê derkeve, zêde kir.

(k)