Li nêzî Qesra Gel li Şamê agirekî mezin derket

Îro piştî nîvro li nêzî Koşka Serokatiyê (Qesra Gel) li paytexta Sûriyeyê Şamê, agirekî mezin derket. Li rojavayê welêt jî ev çend roj in li çiyayên Laziqiyê û gundewarên Idlibê şewatên mezin çêbûne.

Li nêzî Qesra Gel li Şamê agirekî mezin derket
4 tîrmeh, 2025   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li nêzî koşka serokatiyê ya li bakurê rojavayê Şamê, agirekî mezin derket. Li gorî agahiyên destpêkê agir li xwaringehek li derve ya li bexçeyekî koşka serokatiyê de derketiye.

Tîmên agirkujiyê niha ji bo vemiradina agir dixebitin. Tirs heye ku agir ber bi taxên nêzîk ve belav bibe. Heta niha der barê ziyanan de tu agahî bi dest nektine.

Di heman demê de, agirên mezin li deverên daristanî yên Cebel El Turkman û Cebel El Ekrad li gundewarên bakurê Laziqiyê derketin û ber bi hin deverên gundewarên Îdlibê ve belav bûne.

(k)