‘Agirê ku Mazlum Dogan pêxistibû îro bûye meşaleya azadiyê’

Mazlum Dogan û birayê wî Delîl Dogan li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di bîranînê de axivî û wiha got: “Agirê ku Mazlum Dogan vêxistibû îro bûye meşaleya azadiyê.” 

‘Agirê ku Mazlum Dogan pêxistibû îro bûye meşaleya azadiyê’
15 adar, 2024   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Newroza îsal dê bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" dê bê pîrozkirin û starta Newrozê jî dê îro li navçeya Depê ya Xarpêtê bê dayîn. Beriya pîrozbahiya Newrozê, yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan ku di Newroza 1982’yan de bedena xwe dabû ber agir û birayê wî Delîl Dogan li ser gorên xwe hatin bibîranîn. 

Mazlum Dogan û Delîl Dogan li mezraya Seyîdan a gundê Goman ê navçeya Mazgêrd a Dêrsimê hat li ser hatin bîrnanîn. Di bîranînê de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û gelek kes tev li bîranînê bûn. Partiyî ji hêla xwişka Dogan, Serap Dogan ve hatin pêşwazîkirin. 

'EM DIYARÎ OCALAN DIKIN’

Di bîranînê de ji ewil deqeyek rêz hate girtin û piştre jî Bayindir axivî. Bayindir, wiha got: “Em ê agirê ewil ê Newroza 2024’an di 15’ê adarê de li Depê vêxin. Ev Newroz, mîrateya şehîdên Kurdistanê ye. Ew agirê ku rêhevalê me Mazlum Dogan vêxistî, îro bûye meşaleya azadiyê.” 

Bi domdarî Bayindir wiha got: “Em Newroza 2024’an diyarî Rêber Abdullah Ocalan dikin. Gelê kurd îro li Kurdistanê, Tirkiyeyê û li her devera cîhanê ji bo azadiya rêberê xwe têdikoşe. Di vê Newrozê de jî li tevahiya cîhanê dê bi milyonan kes ji bo Rêber Apo û hevalên wî li qadan bin.” 

Di bîranînê de beşdaran qurnefîl danîn ser gorên Mazlum û Delîl Dogan.