Kombenda Efrînê: Li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê didomin

Kombenda Efrînê ya Civakî bûyera qetilkirina Ehmed Memo şermezar kir û destnîşan kir ku piştî ew qas kiryar û sûcan “li Efrînê ji xwe re qetilkirina Kurdan kirine çandek”.

Kombenda Efrînê: Li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê didomin
Kombenda Efrînê: Li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê didomin
Kombenda Efrînê: Li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê didomin
Kombenda Efrînê: Li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê didomin
15 adar, 2024   12:59
QAMIŞLO

Kombenda Efrînê ya Civakî ji bo şermezarkirina bûyera qetilkirina zarokê Kurd ê bi navê Ehmed Xalid Memo li Efrînê, li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a NY`ê li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Şêniyên ji Efrîn û endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li daxuyaniyê amade bûn. Pankarta bi nivîsa “Efrîn ne bi tenê ye”, wêneyên şehîdên Newroza 2023`an ku li Efrînê şehîd bûbûn û wêneyên zarokê ku hatiye qetilkirin, hatin rakirin.

Daxuyanî ji aliyê endama Kombenda Efrîn a Civakî û Endama Nivîsgeha Têkiliyan a TEV-DEM`ê Cîhan Hisên ve hat xwendin.

Cîhan Hisên bal kişand ser her çar şehîdên Newroza 2023`yan ku li Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatibûn qetilkirin û wiha got: “Duh jî çeteyên dewleta Tirk zarokek bi awayeke hovane qetil kir, ev bûyer di meha Remezanê de û di demekê de tevlîhevî li Efrînê heye de pêk hatiye. Ev kiryar û sûcên dijî mirovahiyê ne.”

Cîhan Hisên diyar kir ku sûcê qetilkirina zarokekî tenê li ser ferdekî nayê dîtin, li Efrînê qetilkirin û çavreşiya li hemberî Kurdan bûye çandek. Beriya niha şivanekî Kurd hat qetilkirin, hemû aliyên qanûnî, leşkerî û ewlehî li aliyê qatil sekinî.

Cîhan Hisên bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên hiqûqî kir ku dest ji bêdengiya xwe berdin, hesabê ji sûcdaran bixwazin û Efrîn ji dagirkeran xelaskin.

Daxuyanî bi sloganên “Bijî berxwedana Efrînê” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(sb)

ANHA