Agirbest li Lubnanê dest pê kir

Agirbesta 60 rojî ya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de li Lubnanê dest pê kir.

Agirbest li Lubnanê dest pê kir
27 mijdar, 2024   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Saet di 4:00`an vê sibê de agirbest li Lubnanê dest pê kir û aramî li başûrê Lubnanê serwer bû. 

ERÊKIRINA ÎSRAÎL Û HIZBULLAHÊ

Îsraîl û Lubnan sêşemê lihevkirina agirbestê ya bi navbeynkariya DYA`yê erê kir. Dibe ku ev lihevkirin şerê 14 mehan ê girêdayî şerê li Xezayê bi dawî bike.

Li gorî desthilata xwecih, di êrişên li seranserî Lubnanê de herî kêm 24 kes hatin kuştin. Îsraîlê destnîşan kir ku Îsraîl armanc dike beriya agirbestê "darbe li Hizbullahê bide".

Beriya agirbest bikeve meriyetê Îsraîlê êriş deriyên sînor ên di navbera Sûriye û Lubnanê ên li rojavayê Himsê kir. Li gorî çavkaniyek leşkerî yê hikumeta Şamê, di encamê de 6 kes hatin kuştin û 12 kesên din birîndar bûn.

KOÇBER DIHERIKÊN BAŞÛRÊ LUBNANÊ

Tevî hişyariyên îsraîlê ku koçber venegerin warên xwe lê koçber berê xwe dan gund û bajarokên başûrê Lubnanê.

Tora Sky News`ê jî ragihand ku tevgera balafirên şer û yên bêmirov ên Îsraîlê bi temamî li asîmanê Lubnanê rawestiye.

XALÊN LIHEVKIRINÊ ÇI NE?

Xalên herî girîng ên lihevkirinê bi vî rengî ne:

Lihevkirin saet di 4:00`an sibeha çarşemê (27`ê Cotmehê) dest pê dike.

Artêşa Îsraîlê di 60 rojan de hêdî hêdî ji Lubnanê vedikişe.

Hizbullah ji başûrê Lubnanê vedikişe bakurê çemê El Lîtanî.

Herêmên Lubnanê yên li başûrê çemê El Lîtanî ji çekên giran ên Hizbullahê tên valakirin.

Dever û cihên ku Îsraîl û Hizbullah niha kontrol dikin dê radestî rtêşa Lubnanê û hêzên ewlehiyê yên Lubnanê bêne kirin.

Li gorî qanûnên navneteweyî mafê parastina rewa yê Îsraîl û Lubnanê heye.

Artêşa Amerîka bi hevkariya artêşa Fransayê piştgiriya artêşa Lubnanê dike.

Komîteyeke leşkerî ku ji gelek dewletan pêk tê, di aliyê perwerde, çek û finanseyê de piştgiriyeke din dide artêşa Lubnanê

Çaverê ye ku komîteyeke navnetewî bi serkêşiya DYA`yê çavdêriya lihevkirinê bike.

(şx/k)