Agir bi kargeheke boyaxê ya Qamişloyê ket

Agir bi kargeh û depoyeke boyaxê ya bajarê Qamişloyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ket.

Agir bi kargeheke boyaxê ya Qamişloyê ket
10 gulan, 2025   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, beriya çend kêliyan agir bi kargeh û depoya boyaxê ya li taxa Kornîş a li kêlek hola Selam ket.

Her wiha tîmên agirkujiyê hewl da şewatê kontrol bikin ku bi dîkanên din û avahiyên derdorê nekevin.

Nûçegihan li ser zimanê xwediyê kargehê Mihemed El Boşî diyar kir ku şewat ji ber kehrebeyê çêbû û bi lez bi alavan û madeyên depokirina boyaxan ket.

(fr)

ANHA