Di salvegera şehadeta Hozan Mizgîn de 500 dar hatin çandin

Bi boneya salvegera 33`emîn a şehadeta şehîd Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin ) 500 dar hat çandin.

Di salvegera şehadeta Hozan Mizgîn de 500 dar hatin çandin
Di salvegera şehadeta Hozan Mizgîn de 500 dar hatin çandin
Di salvegera şehadeta Hozan Mizgîn de 500 dar hatin çandin
Di salvegera şehadeta Hozan Mizgîn de 500 dar hatin çandin
Di salvegera şehadeta Hozan Mizgîn de 500 dar hatin çandin
Di salvegera şehadeta Hozan Mizgîn de 500 dar hatin çandin
10 gulan, 2025   18:24
KOBANÊ

Nevenda Baqî Xido ya Çand û Hunera ya bajarê Kobanê yê kantona Firatê, Desteya Çandê û Navenda Hîlala Zêrîn bi boneya salvegera 33`emîn a şehadeta Hozan Mizgîn dar çandin.

Rêxistinan darên curbicur li Girê Miştenûrê çandin.

Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) huner bi kesayeta xwe ya şoregerî re kir yek û bû pêşenga jinên hunermend. Mizgîn di 1962’yan de li gundê Bileyder ê Êlihê hatiye dinê. Bi deng û hunera xwe di temenê biçûk de li dijî zîhniyeta feodal û polîtîkayên dewletê yên li hember Kurdan bê deng nema.

Mizgîn demekê beriya Darbeya 12’yê Îlona 1980’an a li Tirkiyeyê tev li têkoşîna azadiyê jinên Kurd bûbû û di têkoşînê de aktîf cih girt.

Hozan Mizgîn di 11’ê Gulana 1992’yan de gava dijmin li Tetwanê êrişî ser wê malê dike ku Hozan Mizgîn tê de ye, heta dawiyê şer dike û di dawiyê de jî çalakiya fedaî dike.

(sş/fr)

ANHA