Afganîzekirina Sûriyeyê û bêhêziya Ewropayê li hember Xezayê rojevên rojnameyan bûn

Çavdêran metirsiyên ku Sûriyeyê bibe mîna avganistanê, ya ji ber tengkirin û sînordarkirina azadiyan, anîn ziman. Li aliyekî din Ewropa di krîza Xezayê de bêhêz xuya dike.

Afganîzekirina Sûriyeyê û bêhêziya Ewropayê li hember Xezayê rojevên rojnameyan bûn
12 tebax, 2025   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro li ser tirsa Afganîzekirina Sûriyeyê û bersiva dereng a Ewropiyan a li hember şerê Xezayê nivîsîn.

ˋTIRSA AFGANÎZEKIRINA SÛRIYEYÊ: GELO EGERÊN WÊ HENE?ˊ

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişand ser veguherînên civakî yên bilez ên li Sûriyeyê û siyaseta tengkirin û sînordarkirina azadiyan. Rojnameyê ev pirs kir: "Gelo ev ew Sûriyeya ku bi pirrengî û vekirîbûnê dihat nasîn e, ku jin û mêr di dawetên gundan de li kêleka hev govend dikirin, û kolanên salên 1960`an bi modên herî dawî xemilandî bûn, berî ku bigihîjin Mîlano û Parîsê."

Rojnameyê destnîşan kir ku "dawet, berê sembola şahiyê bûn, bûne cihê êrişên bi zorê ji hêla hêzên ewlehiyê yan olî ve. Ev yek tirsa dubarebûna 'modela Afganistanê' zêde dike. "

Rojnameyê hişyarî da ku ev binpêkirin bi taybetî li dijî jinan pêk tên. Her wiha gelek azadiyên takekesane têne astengkirin, weke  lixwekirina cil û bergan, firotina alkolê, , û girtinên li ser bingeha xuyang an têkiliyên civakî.

Rojnameyê da zanîn ku ev tirs ne fikarên ji valahiyê ne, lê belê rastî ne û hewceyî lêpirsînên serbixwe ne û divê zagonên ku azadiyan diparêzin werin sazkirin û mafên kêmnetewan were parastin. Rojnameyê hişyarî da ku nebûna van tedbîran dikare Sûriyeyê ber bi çarenûsek weke ya Afganistanê ve bibe, ku sînordarkirinên demkî dibin mayînde, azadî û nasnameya çandî têkeve xetereyê de.

ˋEWROPA Û XEZAYÊ... HER TIM DERENGˊ

Rojnameya El Quds El Erabî li ser bersiva dereng û qels a Ewropayê ya der barê şerê Îsraîlê li ser Xezayê de nivîsî. Rojnameyê derengmayîna biryarên wekî ambargoya çekan li ser Îsraîlê yan naskirina dewleta Filistînê, rexne kir.

Rojnameyê wiha nivîsî "Ewropayê rola xwe ya siyasî ya bibandor li Rojhilata Navîn winda kiriye, ji ber ku ji hewldanên navbeynkariyê dûr maye,  ew navbeynkarî ji Misir, Qeter û Dewletên Yekbûyî  yên Amerîkayê re hiştiye. Rola Ewropa tenê meye mijarên wekî aramkirina rewşa li Lubnanê yan parastina çûnûhatina li Deryaya Sor. "

(k)