Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke nû kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kir.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke nû kir
9 mijdar, 2023   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Her wiha ji 25'ê Adara 2021'ê vê tû agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê werirtin.

Her çiqas Parêzerher hefteyê 2 caran serlêdan dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.

Di nava 12 salên dawî de parêzeran tenê 5 caran karîbûn Rêber Abdullah Ocalan bibînin.

Hevdîtina parêzeran ya dawiyê di 7'ê Tebaxa 2019'an de pêk hatibû.