Dermankirina 6 welatiyên birîndar dewam dike

Ji 6 kesên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de li Qamişloyê birîndar bûbûn, rewşa 3’yan giran e.

Dermankirina 6 welatiyên birîndar dewam dike
Dermankirina 6 welatiyên birîndar dewam dike
Dermankirina 6 welatiyên birîndar dewam dike
Dermankirina 6 welatiyên birîndar dewam dike
Dermankirina 6 welatiyên birîndar dewam dike
Dermankirina 6 welatiyên birîndar dewam dike
Dermankirina 6 welatiyên birîndar dewam dike
26 kanûn, 2023   12:32
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên dawîn ku ji rayedarên nexweşxaneyan hatine bidestxistin; Ciwan Efrîn, Xalid Xalid û Mihemed Xelef ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûbûn, li nexweşxaneyê ji ber giraniya birînên xwe di beşa çavdêriya taybet de ne.

Her wiha birîndarên bi navên Salih El Sayîr, Elwan Îbrahîm û Îbrahîm Mustefa jî ku birînên wan sivik in, tên tedawîkirin.

Li gorî çavkaniyan, gelek birîndar jî piştî temamkirina tedawiyê ji nexweşxaneyan hatin derxistin.

(sb)

ANHA