Qubad Talebanî: Êriş sûcekî bê hicet û li dijî pîvanên navneteweyî ye
Cîgirê serokê hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê ya berê Qubad Talebanî êrişa li ser rojnamevanên şîrketa Çetir şermezar kir û got: "Êriş, li dijî hemû qanûn û pîvanên navneteweyî sûcekî bê hincet e."
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî Qubad Talebanî têkildarî şehîdxistina rojnamavên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn ya di encama êrişa balafira dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de Telabanî diyar kir ku kesên hatine hedefgirtin rojnamevan bûn û li ser ewlekariya welatiyên herêmê ne metirsî bûn.
Talebanî êriş li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî û sûcekî bê hicet wesifand û got: "Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin. Ev êriş, serweriya xala Iraqê binpê dike. Lewra em careke din bang li hikumeta Federal a Iraqê û civaka navneteweyî dikin ku sînorekê ji van binpêkirina re daynin ku li Herêma Kurdistanê bûye gef û metirsiyeke cidî li ser jiyana welatiyan."
Talebanî di daxuyaniyê de sersaxî da malbatên her du rojnamevanan û ji birîndaran re şîfeya lezgîn xwest.
(şx)