9 ciwan tev li refên gerîla bûn

9 Ciwanên kurd tevlî nava refên gerîlayên azadiyê  bûn û banga afirandina cîhaneke hêja kirin.

9 ciwan tev li refên gerîla bûn
18 kanûn, 2023   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN 

9 ciwanan bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji daxwaz tola 6 ciwanên ku berê vê 2 sal li Kobanê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst a qirker tevlî nava refên PKK'ê bûne. 

Daxuyanî wiha ye:

"Rêber APO di têkoşîna xwe ya 50 salî ya li dijî pergala modernîteya kapîtalîst û zîhniyeta wê ya qirêj û bêexlaqî de rêya avakirina jiyana azad, wekhev û exlaqî nîşanî me da ku jiyana azad a li çiyayan şêwaza jiyana Rêber Abdullah Ocalan e Gerîlayê azadiyê îro bi fedayî û têkoşîna ruhê Apoyî di nava têkoşîna şoreşgerî de bi pêş dikeve.

Bi vê ruh û helwestê em ketine sala 46’an a Partiya Karkerên Kurdistanê û em weke ciwan radigihînin ku em ê tevlî refên vê partiya gerdûnî bibin.

Ciwanan anîn li ser ziman ku dixwazin tola 6 ciwanên ku 2 sal berê li Kobanê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst a qirker de şehîd bibûn, hilînin û gotin, Em ê tola van hevalan hilînin û xeyalên wan pêk bînin çekên wan li erdê nehêlin.

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan bang li hemû ciwanan kir ku tevlî nava refên gerîla bibin û gotin, "Werin jiyaneke rast bijîn û cîhaneke hêja ava bikin."