8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir

TEV-ÇAND bi amadebûna 200 delegeyî ji Kurd, Ereb, Suryan, Êzdî, Ermen, Asûr û Çerkes konfransa xwe ya 8`emîn dest pê kir. Konfrans li ser 2 rojane, li gorî komîteya amadekar tevî nirxandina rewşa rêxistinî û danîna plansaziyên salên bê dê hevserokatiya TEV-ÇAND`ê bê hilbijartin.

8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
8`emîn Konfransa TEV-ÇAND dest pê kir
7 sibat 2024   17:05
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) bi dirûşma “Em bi Rihê Şerê Gel ê Şoreşgerî Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo Pêk Tînin û Çand Neteweya Demokratîk ava Dikin” 8`emîn Konfransa xwe bi beşdarbûna nûnerên ji hemû pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Kurd, Ereb, Suryan, Êzdî, Ermen, Asûr û Çerkes li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Navenda ku lê konfrans tê lidarxistin wêneyên hunermendên Kurd ên ku koça dawî kirin û şehîdên Tevgera Çandê li herêmê û Kurdistanê daliqandine, pankarta bi gotina Rêber Abdullah Ocalan “Hunermenda mezin ew e ku dikare agirê azadiyê pêxe û dema pêwist be di wî agirî de bişewite” bi amûrên kevneşopî re danîne.

Nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Kantona Cizîrê û Desteyên Çandê yê Kantona Cizîr û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Partiya Soraya ya Demokratîk û Meclisa Civakî ya Ermeniyan tevî 200 delegeyî amadebûn.

`DI SALÊN DERBASBÛYÎ DE ASTENGIYÊN PDK`Ê`

Piştî deqeya rêzgirtinê û derxistina endamê dîwanê, Hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) Sumeya Mihemed axivî û bixêrhatina haziran kir û diyar kir ku wan di nava 2 salên derbasbûyî de tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê di nava rewşeke zehmet de bi alîkariya hemû pêkhateyan felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a biratiya gelan pêk anî, ew bû bersiva wan li hemberî êrişên qirkirin û dagirkirin.

Sumeya Mihemed destnîşan kir ku diviyabû wan di Kanûna 2023`an de konfransa xwe lidarxistbana, lê ji ber êrişan niha jî di rewşeke zehmet de lidardixin û wiha behsa astengiyên ku bi wan re derbasbûne kir: “Me dixwest festîvalên borî li ser asta cîhanî bin, lê PDK`ê rê li ber beşdarbûna gelek aliyan ji bo festîvalan li Rojavayê Kurdistanê girt. bi rêyên din çend kesayet ji Kerkûk û Rojhilatê Kurdistanê tevlêbûn, beşdarbûna wan jî cihê kêfxweşiyê bû.”

`KONFRANS JI ENCAMÊ FEDEKARIYA BI SALAN TÊ LIDARXISTIN`

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Kantona Cizîrê Telet Yûnis jî axivî û da zanîn ku 8`emîn konfransa TEV-ÇAND`ê ji encamê fedekariya bi salan a parastina çanda gelan tê lidarxistin, wekî dirûşma konfransê divê her kes bi berpirsyartiya xwe rabe û çanda demokratîk a gelan di asteke xurttir de pêşbixe.

Piştî axaftinan bi senvîzyonan perespektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî girîngiya çand, wêje û hunerê li cem gelan, erka ku ji xebatkarên çandê tê xwestin, wêneyên şehîdên pêşengên Tevgera Azadiyê, Şoreşa 19`ê Tîrmehê û şehîdên TEV-ÇAND`ê hatin pêşandan. Piştre kilîpên, film û stranên ku ji aliyê TEV-ÇAND`ê hatine derxistin jî hatin pêşandan.

Dûvra rapora 2 salan hat xwendin û konfrans li pêşiya dezgehên çapemeniyê hat girtin.

Li gorî Komîteya Amadekar a 8`emîn Konfransa TEV-ÇAND`ê wê li ser rewşa rêxistinî nîqaş bên kirin, plansazî bên derxistin û ji bo Hevserokatiya TEV-ÇAND`ê hilbijartin bên çêkirin.

Konfrans li ser 2 rojan e, sibe bi dawî dibe.

(sb)

ANHA