72 roj e greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî’ dane destpêkirin, 72 roj e bi biryardarî berdewam e.

72 roj e greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî dewam dike
6 sibat, 2024   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 72’yan de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê, 27’ê Mijdarê di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî’ de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.