Li Iraq û Sûriyeyê 78 caran êrişî baregehên DYA’yê hate kirin

Pentagonê ragihand li Iraq û Sûriyeyê komên çekdar 78 caran êrişî hêzên wan kirine û di êrişan de 66 leşkerên wan bi sivikî birîndar bûne.

Li Iraq û Sûriyeyê 78 caran êrişî baregehên DYA’yê hate kirin
8 kanûn 2023   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya DYA’yê (Pentagon) li ser êrişên komên çekdar ên li Iraq û Sûriyeyê yên li dijî hêzên wan, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin komên çekdar hin êrişên nû li ser baregehên wan pêk anîne û bi van êrişan re hejmara êrişên ku li Iraq û Sûriyeyê li dijî baregehên DYA’yê pêk hatine, gihaşt 78’an.

Di encama êrişan de 66 leşker bi sivikî birîndar bûne.

Her wiha hate gotin ku piştî bidawîbûna agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de, komên çekdar li Iraq û Sûriyeyê li dijî baregehên DYA’yê dest bi êrişên nû kiriye.