7 leşkerên Dîfa Wetenî li Hemayê hatin kuştin

SOHRˊê diyar kir ku di êrişa çeteyên DAIŞˊê li dijî hêzên Dîfa Wetenî yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê li herêma Til Selme ya li derdora Diwêzîn a rojhilatê Hemayê de 7 leşkerên Dîfa Wetenî hatin kuştin.

7 leşkerên Dîfa Wetenî li Hemayê hatin kuştin
7 adar, 2024   20:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Dîfa Wetenî û çekdarên girêdayî hêzên Şamê hemleya paqijkirinê li rojhilatê bajarokê Cib El Cerah heta bi herêma çiyayê Belas ê gundewarê Humisê de da destpêkirin.

Ev 4 roj in, hêzên Şamê ji bo destpêkirina hemleya paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê li çiyayê El-Bişrî, çiyayê Amor, çiyayê Şair û beyarê Tedmurê, hêzên leşkerî ber bi herêma beyarê Sûriyeyê ve şandine.

Li beyarê çalakiyên mezin ên çeteyên DAIŞˊê hene û li wir êrişî nuqteyên hêzên Şamê dikin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka îsal ve di êrişên li beyarê Sûriyeyê de 193 kes hatine kuştin.

(fr)