Sedemên hewldana çeteyan a ketina li gundewarên Minbicê

Şervanên Hêzên Cebhet El Ekrad ên li eniyên gundewarên Minbicê destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da bikevin herêmê, lê çeteyan derbên giran xwarin.

Sedemên hewldana çeteyan a ketina li gundewarên Minbicê
Sedemên hewldana çeteyan a ketina li gundewarên Minbicê
Sedemên hewldana çeteyan a ketina li gundewarên Minbicê
Sedemên hewldana çeteyan a ketina li gundewarên Minbicê
Sedemên hewldana çeteyan a ketina li gundewarên Minbicê
Sedemên hewldana çeteyan a ketina li gundewarên Minbicê
Sedemên hewldana çeteyan a ketina li gundewarên Minbicê
8 adar, 2024   05:35
MINBIC
MIHEMED EL ŞÊX

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl didin bikevin rojavayê kantona Minbicê û êrişan pêk tînin. Hewldana ketinê ya herî dawîn jî  roja çarşemê bû û çeteyan hewl da bikevin gundên Boxaz, Korhiyok û Boyêhc. Ew hewldan ji aliyê Hêzên Cebhet El Ekrad û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve yên di bin siya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ne, hatin têkbirin.

Şervav û fermandarên li eniyên şer ji ajansa me re der barê wan hewldanan de axivîn.

'ME HEMÛ PLANÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER TÊK BIRIN'

Ji fermandarên Cebhet El Ekrad Xidir Reid got: "Berî 2 rojan saet di 1'ê nîvroj de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da derbasî gundê Boxaz bibin. Hêzên me tevgera çeteyan şopand. Çete bi 2 matorsiklêtan ketin nav darên nêzîkî noqteyên hêzên me. Piştre 2 kom: her komek ji 8 çeteyan pêk tê derketin serê çiyê da ku derbasî herêmên me bibin. Di wê demê de hêzên me tedbîr girtin, dema ku çete ketin nav daran, hêzên me ew hedef girtin û hewldana wan têk bir."

Reid wiha domand: "Ji wan gelek birîndar bûn, her ku hewl didan birîndaran bikişînin, me ew hedef digirtin. Piştre erebeyeke doşka li ser a çeteyan ew nixumandin, lê belê hêzên me ew erebe jî hedef girt û rûxand. Piştî ku çeteyan gule barandin ew vekişiyan. Bi îsrareke mezin me ew hewldan têk bir, me 2 çete kuştin û hin din jî birîndar kirin."

Reid destnîşan kir ku şervanên wan ji destpêka têkbirina hewldanê ve dihatin topbarankirin. Her wiha ku hewldanên din li gundên Korhiyok û gundên din ên eniyên rojava û rojhilatê Babê yê rizgarkirî jî pêk dihatin, lê belê şervanan ew hewldan têk birin.

Reid soza şopandina rêya şehîdan, têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û parastina aramî û ewlehiya gel, nû kir.

ˊEM Ê ASTA TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKINˊ

Şervanê Cebhet El Ekrad Samî El Helebî ku di operasyona têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de beşdar bû wiha axivî: "Berî 2 rojan hewldanên çeteyan ên ketina li gelek gundan çêbûn, lê belê bi îsrareke mezin me ew hewldan têk birin."

El Helebî diyar kir ku wan balafireke keşfê û xwekuj anîn xwarê û got: "Moralê hêzên me bilind e."

El Helebî di dawiya axaftina xwe de soza bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nû kir.

(mh)

ANHA