7 DAIŞˋî di roja 5ˋan a Operasyona "Ewlehiya Domdar" de hatin girtin

Di roja 5ˋan a Operasyona "Ewlehiya Domdar" de hêzên beşdar bi veşartgehên çeteyan li kampa Holê de girt, di encamê de 7 çeteyên DAIŞˋê hatin girtin.

7 DAIŞˋî di roja 5ˋan a Operasyona "Ewlehiya Domdar" de hatin girtin
10 mijdar, 2024   21:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Operasyona "Ewlehiya Domdar" der barê roja 5'emîn a operasyonê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên beşdar xebatên paqijkirina deverên Hol û kampa Hol ji şaneyên çeteyên DAIŞ'ê didomînin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li kampa Holê di encama serdegirtina veşartgehên çeteyan de 7 şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên ku di kiryarên terorî yên hundirê kampê de beşdar bûbûn, hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ'ê hewl dida malbat û endamên xwe ji kampa Holê birevînin û hêza xwe di nava niştecihên kampê de xurtir bikin, çek û teqemeniyê derbasî kampê bikin û tunelan bikolin, lê belê Operasyona "Ewlehiya Domdar" ev plan û projeyên terorî tev têk birin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku operasyon bi hemû hêza xwe didome û heta niha encamên baş hatine bidestxistin.

(mh/fr)