Şêniyên Helebê: `Bê Serok jiyan nabe` ne tenê dirûşme ye lê rastiyek e

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ramanên Rêber Abdullah Ocalan tune nabin û got ˈBê Serok jiyan nabe` ne tenê dirûşme ye, lê belê rastiyek e.

Şêniyên Helebê: `Bê Serok jiyan nabe` ne tenê dirûşme ye lê rastiyek e
11 mijdar, 2024   03:10
HELEB
NERSÎN ŞÊXO

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê pergala îşkence û qirkirinê ya ku desthilata Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne şermezar kir û got ew ji daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan venagerin.

DESTHILATA TIRK AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ NAPEJIRÎNE

Mistefa Hebîb bi bîr xist ku desthilata Tirk ramanên Rêber Abdullah Ocalan ê ku banga aştiyê û demokrasiyê dike qebûl nake û pergala îşkence û qirkirinê li dijî wî girantir dike.

Mistefa Hebîb da zanîn ku desthilata Tirk wisa difikire ku bi vê rêbazê wê karibe ramanên Rêber Abdullah Ocalan tune bike û wiha domand: "Dewleta Tirk zêdetirî 3 salan e nahêle parêzer û malbat hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin û bi armanca ku gel ji Rêbertî dûr bixe, vê siyaseta xwe didomîne. Lê divê ew fêm bike ku ramanên Rêbertî di mejiyê me de hatiye çandin. Ne pêkan e ku ev raman tune bibin yan jî ji holê bên rakirin."

CIVAK Û KES BI RAMANÊN WÎ BI PÊŞ DIKEVIN

Hebîb îşaret bi vê yekê kir ku gelê Kurd bi ramanên Rêber Abdullah Ocalna serî hilda, banga maf û nasnameya xwe kir û got: " Em gelê Rojava bi saya wî ewqas pêşketin bidest xist."

Hebîb diyar kir ku dewleta Tirk li hember vîn û berxwedana gel xwe ranegirt û ji bo ku projeya li herêmê tune bike êriş kir.

Hebîb got ku hewldanên dewleta Tirk binkeftî ne: "Bi me re ferq nake. Ji ber ku girêdana me bi axê û ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji êriş û hewldanên wê mezintir in. Ramanên wî rast û durist in. Civak û kes pê pêş dikevin û mafan û azadiyan diparêzin."

RAMANÊN WÎ GELEK BIHA NE

Mistefa Hebîb diyar kir ku ew ê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî "Em ê di rêya parastina ramanên wî de şehîdan bidin. Tevî ku dewleta Tirk pergala îşkence û qirkirinê li ser ferz kiriye, lê Rêbertî her tişt da me. Em jî di daxwaza xwe  ya azadkirina fîzîkî ya Rêberê xwe de bi biryardar in."

Cîhan Hemo jî pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Tirkiye li ser dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan û tunekirina Kurdan bi israr e, ji ber wê şer û tundî jî çêdibin. Ji xwe dema Rêber Abdullah Ocalan azad bibe  aştî û aramî dê pêk werin, lê dîsa jî dewleta Tirk ji vê yekê nerihet e."

Cîhan da zanîn ku ew dev ji daxwaza xwe ya sereke ya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bernadin.

RAMANÊN WÎ BI QASÎ AV Û NAN PÊWÎST IN

Resûl Hecî Şêxo jî bal kişand ser helwesta hêzên navneteweyî û got: "Em kiryarên li dijî gelê Kurd û Rêberê me qebûl nakin. Dewleta Tirk sûcên xwe li ber çav û guhên cîhanê dike lê dîsa jî bêdeng in."

Hecî Şêxo wiha domand: "26 sal e Rêberê me girtî ye û 44 meh e hevdîtina bi parêzer û malbatê re lê hatiye qedexekirin. ˈBê Serok jiyan nabeˈ ji bo me weke tenê dirûşme nin e bi qasî ku rastiyek e. Ramanên Rêber Abdullah Ocalan mîna av û nan pêwîst in. Kurd heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêbertî  dev ji berxwedanê bernade."

(şx/k)

ANHA