50 malbatên ji Efrîn û Şehbayê yên li Reqayê veguhastin Dêrikê

Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Kantona Reqayê 50 malbatên ku ji Efrîn û Şehbayê koçber bûne, ji Reqayê veguhastin bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê.

50 malbatên ji Efrîn û Şehbayê yên li Reqayê veguhastin Dêrikê
50 malbatên ji Efrîn û Şehbayê yên li Reqayê veguhastin Dêrikê
50 malbatên ji Efrîn û Şehbayê yên li Reqayê veguhastin Dêrikê
50 malbatên ji Efrîn û Şehbayê yên li Reqayê veguhastin Dêrikê
50 malbatên ji Efrîn û Şehbayê yên li Reqayê veguhastin Dêrikê
50 malbatên ji Efrîn û Şehbayê yên li Reqayê veguhastin Dêrikê
50 malbatên ji Efrîn û Şehbayê yên li Reqayê veguhastin Dêrikê
50 malbatên ji Efrîn û Şehbayê yên li Reqayê veguhastin Dêrikê
50 malbatên ji Efrîn û Şehbayê yên li Reqayê veguhastin Dêrikê
25 ÇILE, 2025   14:19
REQQA

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 200 hezar şêniyên Efrînê ku li Şehbayê dijiyan, koçber bûn û li kantonên Reqa, Tebqa, Cizîrê û Firatê bi cih bûn. Beşek ji koçberan li kantona Reqayê di kampên demkî de diman.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê ji bo koçberan li bajarê Dêrikê cih peyda kir û bi alîkariya Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a kantona Reqayê 50 malbatên ku li dibistanên Reqayê bi cih bûbûn, veguhastin bajarê Dêrikê.

Serokê Komîna kampa li Dibistanan Endulusê Mihemed Xelîl der barê mijarê got: "Malbatên koçber ên Efrîn û Şehbayê beriya demekê hatin agahdarkirin ku dê derbasî bajarê Dêrikê bibin.”

Tê payîn ku Desteya Kar û barên Civakî bi dorê hemû koçberên ji Efrîn û Şehbayê, ji kampên demkî y ên li kantonên Reqa û Tebqayê veguhêze kantona Cizîrê.

(k)