Li Efrînê 8 sal e sûc didomin

Di 8 salên dagirkeriyê de li Efrînê şêniyên resen rastî kiryaran tên û her roj li herêmê guhertina demokrafîk pêk tê û mal û milkên şêniyan bi darê zorê tên desteserkirin. Bi pêkanîna van kiryaran li Efrînê ewlehî nîn e.

Li Efrînê 8 sal e sûc didomin
Li Efrînê 8 sal e sûc didomin
Li Efrînê 8 sal e sûc didomin
Li Efrînê 8 sal e sûc didomin
Li Efrînê 8 sal e sûc didomin
Li Efrînê 8 sal e sûc didomin
Li Efrînê 8 sal e sûc didomin
Li Efrînê 8 sal e sûc didomin
20 mijdar, 2025   02:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO-BILIND HECÎ

Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta Tirk a dagirker êrişî kantona Efrînê kir, gelê Efrînê tevî şervanên xwe di xendekên şer de 58 rojan li ber xwe da. Piştî ew qas berxwedan da ku gel rastî komkujiyan neyê, neçarî koçberiyê bû. Di 18'ê Adara 2018'an de Efrîn ji hêla çeteyên dewleta Tirk ve hate dagirkirin. Koçberên Efrînê jî koçberî Şehbayê bûn. Di rêya koçberiyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da.

Di nava 8 salan de kiryarên li Efrînê tên meşandin û li gorî raporên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyeyê .

‘8 SAL E KUŞTIN, REVANDIN, DESTDIRÊJÎ Û GUHERTINA DEMOKRAFÎK LI EFRÎNÊ DIDOME’

Li Efrînê ji destpêka dagirkirina wê ve, şêniyên resen ên di Efrînê de dimînin rastî gelek kiryaran hatine. 10 hezar û 208 kes hatine revandin û çaranûsa gelek kesan hîna ne diyar e, hinek kes bi dayîna peran hatine berdan. Her wiha Efrînê 778 kes hatine kuştin û 96 kes jî ji ber îşkenceyê ne. Diziyên li Efrînê û birina daran milyonek û 30 hezar dar zeytûnê û daristanan hatine birîn û zêdetirî 12 hezar hektarên erd hatine şewitandin.

Li Efrînê tevahî mal û milkê koçberan hatiye desteserkirin û di mal û milkên wan de malbatên çeteyan hatine bicihkirin. Mal û milkên wan hatine dizîn.

DI SALA 2025'AN DE SÛCÊN LI EFRÎNÊ

Hikumeta veguhêz di sala 2025'an de piştî hilweşîna hikumeta Şamê hatin ser desthildariyê û kiryarên li Efrînê hîna didome. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyeyê dide diyarkirin ku li Efrînê hîna kiryar didomin.

Ji Kanûna 2024 heya Cotmeha 2025'an de zêdetirî 450 î kes rastî revandin û girtinê hatine, ji wan 35 jin in û 7 jî bi temên wan biçûk in. Kesên revandî jî çarenûsa wan ne diyar e. Yên ku bên berdan jî divê pereyan bidin. Her wiha 34 kes li ser rêya Dêr Hafir û Efrînê hatine revandin.

Di nava 11 mehan de zêdetirî 50 kesî rastî kuştinê hatine ji wan 3 jin in. Zêdetirî 121 kes rastî îşkence, êriş, îstismar û lêdanê hatin ji wan jî 5 jin in. Ev hemû ji hêla çeteyan û malbatên çeteyan ve ye.

DIZÎ Û TALANKIRIN

Li Efrînê gelek dizî çêdibe û zêdetirî ew qas mewsima zeytûnan hatiye dizin. Zêdetirî 4 hezar û 465 darên zeytûnê, incas û hinar, her wiha 5 hezar û sed darên daristanan hatine birandin. Li Efrînê di sala 2025'an de zêdetirî 70 hektar erd hatine şewitandin.

Têkildarî kiryar û sûcên li Efrînê, hevserokê Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ya bajarê Hesekê Fewzî Silêmen ji ajansa me re axivîn.

Silêmen diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wan kiryar û bûyerên li Efrînê didin meşand gelek zêde bûne. Ev bûyerên ku tên qewiman tu carî nayê qebûl kirin, guhertina demokrafîk ên li Efrînê tên kirin da ku gelê Efrînê didin koçberkirin û bi darê zorê mal û milkên wan desteser dikin. Ev 8 sal e ku şêniyên resen yên li Efrînê rastî kiryaran tên û mafê wan tên çewisandin.

Fewzî Silêmen wiha got: “Hêviya me hebû ku em di nava Sûriyeyeke demokratîk de bi hev re bijî. Tiştê ku li Efrînê tê meşandin derveyî exlaqên mirovan e. Bi van kiryaran dixwazin erdegariya Efrînê bidin guhertin û guhertina demokrafîk pêk bînin. Divê hemî hêzên navneteweyî û hikumeta veguhêz van çeteyên di hundir Efrînê de komî ser hev bikin û ji Efrînê dixin.”

‘KIRYAR DIDOMIN Û BINPÊKIRIN BI DAWÎ NEBÛNE’

Silêmen wiha behsa diziya mewsima zeytûna jî kir: “Li Efrînê 8 sal e mewsima zeytûnan û mal û milkên koçberan tên dizîn û mewsim nadin şêniyan resen jî. Eger pereyan bidin jî mal û milkên wan nadinê. Her wiha îsal jî mewsim ji hêla çeteyan û mêtîngeran ve hatin dizîn. Divê mafê gelê Efrînê bê parastin, her wiha xaka wê neyê talankirin.”

Fewzî Silêmen wiha behsa guhertina ziman û çanda gelê Efrînê kir: “Ev 8 sal e kiryarên kuştin, revandin û destdirêjî û guheretina demokrafîk tê meşandin. Ev yek jî li ber çavên dunyayê ye û hemî rêxistinên navneteweyî jî bê deng in. Dixwazin çanda, ziman û nasnameyan herêmê bidin guhertin û hemî bikin tirkî û erebî."

Silêmen di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê rêxistinên navneteweyî bi erka xwe rabin û di demeke nêz de li ser hemû kiryarên di hundirê Efrînê de tê kirin, bê rawastandin û koçber bikarin bi ewle vegerin cih û warê xwe.

ANHA