‘3 saet tenê li dijî mafê fêrbûna bi zimanê dayikê ne’

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku biryara hikumeta veguhêz a destnîşankirina 3 saetan ji bo dersên zimanê kurdî, li dijî fêrbûna mafê bi zimanê dayikê ye û got heya ku zimanê dayikê di destûrê de were mîsogerkirin dê tê bikoşin.

‘3 saet tenê li dijî mafê fêrbûna bi zimanê dayikê ne’
5 îlon, 2026   07:50
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Şêniyên bajarê Qamişloyê têkildarî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a destnîşankirina 3 saetan tenê ji bo dayîna waneyên zimanê kurdî li dibistanan, nêrînin xwe anîn ziman.

Mihemed Heyder anî ziman ku di hefteyekê 3 saet tenê ya dayîna dersên zimanê kurdî ne layîqî gelê Kurd û bedelên ku dane ye. Heyder bal kişand ser çalakiyên ji bo fermîkirina zimanê kurdî tên lidarxistin û diyar kir ku çalakiyên wan îfadeya mafê rewa yê jiyan û perwerdeya bi zimanê dayikê a li ser xaka xwe ye.

Xwendekara refa 7‘an Pelîn Xelîl bi van gotinan girêdana xwe bi zimanê dayikê ve anî ziman: "Ew Kurd jidayik bûme, dixwazim bi kurdî bijîm û bi zimanê xwe yê kurdî mezin bibim."

Pelînê got 3 saet tenê ji bo zimanê kurdî nayê qebûlkirin û xwest tevahî materyal bi zimanê kurdî bin. Her wiha destnîşan kir ku ew ne li dijî fêrbûna bi zimanên din in, lê divê ne li ser hesabê zimanê resen be ku hebûn û nasnameya wan nîşan dide.

Şêniya bi navê Samiya Xelîl jî diyar kir ku biryara dawîn piştî salên dirêj ên têkoşîna ji bo bidestxistina maf û zimanê dayikê, nayê qebûlkirin.

Şamiyayê di dawiya axaftina xwe de got divê zimanê kurdî wekî zimanekê fermî di destûra nû ya Sûriyeyê de were bicihkirin û diyar kir ku dê têkoşînê bidomînin heya ku ev daxwaz pêk were.

(bb)

ANNA