’22 hezar û 215 Lubnanî û nêzî 65 hezar Sûriyeyî hatine Sûriyeyê’

Li gorî hikumeta Şamê, ji êrişên vê dawiyê yên Îsraîlê yên li ser Lubnanê ve, 22 hezar û 215 Lubnanî hatine Sûriye û  65 hezar penaberên Sûriyeyî jî vegeriyane.

’22 hezar û 215 Lubnanî û nêzî 65 hezar Sûriyeyî hatine Sûriyeyê’
29 îlon, 2024   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El Weten a ser bi hikumeta Şamê ve ku agahiyên xwe ji çavkaniyên Rêveberiya Koçberî û Paseporatan wergirtiye, ji desptêka êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê ve 22 hezar û 215 Lubnanî derbasî Sûriyeyê bûne.

Rojnameyê da zanîn ku duh jî 6 hezar û 108 Lubnanî û 14 hezar û 891 penaberên Sûriyeyî vegeriyane. Li gorî heman rojnameyê, "Ev bîlanço ne ya dawî ye."

Hate diyarkirin ku bi sedan penaberên Sûriyeyî ku ji ber qanûnên hikumeta  Şamê nikarin 100 dolar bikin pereyên Sûriyeyê li ser sînorê Sûriye-Lubnan asê mane.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Lubnanê di 24’ê Îlonê de ji bo penaberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku dixwazin vegerin herêmê komîteyên şopandinê ava kirin.

Duh jî zêdetir hezar û 300 Sûriyeyî ji Lubnanê derbasî kantona Reqayê bibûn.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê, piştî  tevgera keştên asîmanî ya di navbera Qamişlo û Beyrûtê rawestiyan, dest bi tomarkirina navên kesên ku dixwazin vegerin kir. Nûnertiyê bi nîvê heq vegera penaberan bi otobîsan rêxistin dike.

(bb)