Bermahiyên topên dagirkeran teqiya: Zarokek birîndar bû

Li Til Temirê di encama teqîna berhemên topên dagirkeran de zarokek bi giranî birîndar bû.

Bermahiyên topên dagirkeran teqiya: Zarokek birîndar bû
29 îlon, 2024   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Um El Kêf ê rojavayê bajarê Til Temirê berhameyên topên artêşa Tirk a dagirker teqiya.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji qadê dane, di teqîna bermahiyên topê ku barbanga îro rûdabû de Zakir Ebdulxenî Heşê yê 13 salî ji mejî û rûyê xwe ve birîndar bû.

Zakir destpêkê birin nexweşxaneya bajarê Til Temirê. Bijîşkên nexweşxaneyê diyar kir ku teqîn zerarek mezin li rehên zarok kiriye. Ji ber birîna giran Zakir ji bo nexweşxaneyên bajarê Hesekê hat veguhestin.

Ji dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di cotmeha 2019’an de Serêkaniyê dagir kirine ve, rojane gundewarê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê topbaran dikin.

(bb)