Îsraîlê li dijî gundewarê Şam û Humisê êriş pêk anîn

Artêşa Îsraîlê li dijî gundewarê Şam û rojavayê Humisê êriş pêk anîn.

Îsraîlê li dijî gundewarê Şam û Humisê êriş pêk anîn
29 îlon, 2024   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê  li herêma navbrea Tefîl û Esal Werd ên gundewarê Şamê ku nêzî sînorê Sûriye-Lubnanê depoyeke xebatkarên Hizbullah bombebaran kir.  SOHR da zanîn ku hemwextî bombebaranê balafirên keşfê li ser herêmê geriyan.

Li gorî SOHR, balafireke bê mirov a bi çek li herêma Qesîr a Humisê ya nêzî sînorê Lubnan-Sûriyekê erebeyek kir hedef. Di encamê de kesek di erebeyê de bû hat kuştin.

Li gorî daneyên SOHR, Îsraîlê ji destpêka îsal ve 67 êrişên hewayî û 17 êrişên bejahî li Sûriyeyê pêk anîne. Di encama van êrişan de 159 hedef (depoyên çekan, baregeh, navend û erebe) îmha bûn. Her wiha 221 leşker hatin kuştin û 157 jî birîndar bûne.

LI DÊRAZORÊ ÊRIŞÊN HEWAYÎ: HERÎ KÊM 15 KES MIRIN

SOHR, ragihandin ku balafirên şer duh êvarî herêmên li bajarê Dêrazorê û gundewarê wê yê rojhilat ên di bin serweriya hikumeta Şamê de bombebaran kir, di encamê de bi kêmanî 15 kes hatin kuştin û nêzî 20 kes birîndar bûne. Nehat zanîn balafirên êriş kirine yên kê ne.

(bb)