20’emîn salvegera damezrandina Partiya Yekitiya Suryanî hate pîrozkirin

Li Qamişlo 20’emîn salvegera damezrandina Partiya Yekitiya Suryanî hate pîrozkirin. Partiyê gavên yekalî red kirin û banga avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî kir ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê biparêze.

1 cotmeh, 2025   20:54
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Suryaniyan li Qamişlo 20'emîn salvegera damezirandina xwe pîroz kir û pabendiya xwe bi prensîb û armancên ku ji bo wan hatiye damezrandin, dubare kir. Di çalakiyê de berpirsên partiyê, kesayetên civakî, nûnerên saziyên sivîl û siyasî amade bûn.

Li gorî berpirsên wê, Partiya Yekitiya Suryaniyan di 1’ê Cotmeha 2005’an de, wekî pêwistiyeke lezgîn a nûnertiya nasnameya neteweyî ya Suryanan û parastina mafê wan li Sûriye, Lubnan û Iraqê hate damezirandin.

Ji zehmetiyên ku rastî partiyê hatine qedexeya çûyîna ber bi deverên di bin kontrola rejîma berê de bû. Di nav girtiyên herî navdar ên partiyê de serokê partiyê Seîd Malkî di sala 2013’an de hat girtin û çarenûsa wî hîn jî nediyar e.

Di serî de du berhemên hunerî ji hêla komên zarok û mezinan ên Yarthoutha ve hatin pêşkêşkirin ku mîras û çanda Suryanî nîşan didan.

Hevseroka Partiya Yekitiya Suryanî Şamîram Danho, diyar kir ku ji dema damezrandina partiyê ve ji aliyê Seîd Malkî ve, partî ji bo gelê Suryanî bûye çiraya hişyariyê û tevî şert û mercên dijwar, hewl daye ku yekbûna xwe bi rêxistin bike û têkoşîna xwe ya neteweyî bidomîne.

Şamîram Danho destnîşan kir ku piştî hilweşîna rejîma Baas pirsgirêkên mezin derketin ku pêdiviya wan bi hevkarî û lihevkirinê di navbera pêkhateyan de heye.

Danho anî ziman ew weke partî her gaveke yekalî red dikin û banga avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê biparêze, kir.

Merasîm bi pêşkêşkirina sînevîziyonekê li ser dîroka partiyê, têkoşîn û fedakariya endamên wê   bi dawî bû.

(ac/mh)

ANHA