Fermandarên artêşa Îsraîlê bi nûnerên Durziyan re civiyan

Fermandarê herêma bakur ê artrêşa Îsraîlê bi serokê ruhî yê Durziyan Şêx Miwefeq El Trerîf û nûnerên Durziyan re civiya. Di civînê de xurtkirina ewlehiyê li Siwêdayê û vekirina rêyên mirovî hatin nîqaşkirin.

Fermandarên artêşa Îsraîlê bi nûnerên Durziyan re civiyan
1 cotmeh, 2025   21:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê herêma bakur ê artêşa Îsraîlê Rafî Mêlo û koordînatorê hikumetê Xesan Eleyan li Odeya Şopandin û Nirxandin a Cûlisê bi nûnerên Durziyan re, ji wan serokê ruhî yê Durziyan Şêx Miwefew El Terîf civiyan.

Di civînê de Şêx Miwefeq girîngî bi misogerkirina ewlehiyê, pêşîgirtina li dubarekirina êrişên terorî li dijî Siwêdayê û vekirina rêyên ewle da.

Mêlo xebatên odeyê û plansaziyên nêzîk û dûr ên di aliyê meydanî, mirovî, qanûnî, ragihandinî û lojîstîk de pêşkêş kirin.

Mêlo pabendiya xwe bi sozên ku ji Durziyan re hatine dayîn dubare kir û diyar kir ku ew ê têkiliyê bi Şêx Miwefeq û odeyê re bidomînin.

(mh)