QSD'ê têkildarî êrişên li dijî bendava Tişrînê daxuyanî da

QSD'ê têkildarî êrişên çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êriş gefê li saxiya bendavê û gundên derdorê dixwin û jiyana welatiyan dide ber metirsiyeke mezin. Her wiha li hemberî van êrişan hikumeta veguhêz wekî berpirs hat dîtin.

QSD'ê têkildarî êrişên li dijî bendava Tişrînê daxuyanî da
1 cotmeh, 2025   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişên çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li dijî bendava Tişrînê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên bi çekên giran, tank û topan li dijî bendavê didomin û ev yek jî gefê li saxiya bendavê û gundên derdorê dixwe û jiyana welatiyan û binesaziyê dide ber metirsiyeke mezin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êriş peymanên agirbestê binpê dikin û li hemberî wê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirs e.

Di dawiya daxuyaniyê de soza domandina têkoşînê û parastina gelên herêmê hat dubarekirin.

(mh)